STENBOL - HDK’ê bi daxuyaniyekê kesên di Komkujiya Seyfo de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku hevrûbûna bi komkujiyê re ji bo aştiya civakî girîng e.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi boneya 110’emîn salvegera Komkujiya Suryanan ku gelê Suryan weke “Seyfo” pênase dike, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDK’ê, got: “Dîroka 15’ê Hezîrana 1915’an, destpêka komkujiya li dijî gelê Suryan e ku yek ji gelên qedîm ê vê xakê ye. Em dîsa bi bîr dixin ku di avakirina aştî û civaka demokratîk de hevrûbûna bi heqîqetê re gelek girîng e. Em xwedî li banga hevrûbûnê ya gelê Suryan derdikevin û êşên wan parve dikin.”