Pergala Şer Roja Dayikan li dayikan kiriye dojeh
- jin
- 09:01 08/5/2021
Di roja dayikan de gelek dayik, vê rojê xemgîn û bi êş pêşwazî dikin. Hin dayik, zarokên wan ji bo jiyanek azad û bi edalet jiyana xwe ji dest dan. Hin dayik, zarokên wan ji malê hatin binçavkirin û windakirin. Hin dayik, zarokên wan ji bo debarê di karkerî zevî û înşaetan de kar dikin. Hin dayik zarokên wan li kolanan hatin kuştin. Hin dayik jî li kolanê hatin kuştin û zarokên sêwî li dû xwe hiştin. Lê hişmendiya mêr a serdest tenê salê rojekê wekî "Bihiştê" pênase dike. 364 rojan jî li dayikan dike dojeh.