Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
- polîtîka
- 09:06 16/12/2023
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku dewlet ji tunebûna tifaqa gelê kurd hêzê digire û ji ber wê li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bi her awayî dimeşîne û got: "Divê em bi hişmendiyeke welatparêz tevbigerin û nehêlin ku yek kes jî xizmetê ji polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk re bike."