Serokê Meclisê Kûrtûlmûş çû serdana HEDEP’ê
- polîtîka
- 16:32 07/12/2023
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş çû serdana Koma Meclisê ya HEDEP’ê.
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş çû serdana Koma Meclisê ya HEDEP’ê.
Serokwekîlê Koma HEDEP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku kesên ji pêşhilbijartinê derbas nebin nikarin bibin namzet û têkildarî nîqaşên tifaqê wiha got: “Deriyê me ji herkesê re vekiriye. Lê em li pişt deran bi kesê re naaxivin.”
Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş a bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kirî û wiha got: “Ji bo ku tecrîd ji holê rabe, em bi hemû hêza xwe têbikoşin.”
Komîsyona Hilbijartinê ya Bajar a HEDEP’a Mêrsînê ji bo “kesên dixwazin bibin parçeyeke têkoşîna demokratîk” banga serlêdanên ji bo bernamzetiyê kir.
Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê destnîşan kir ku serlêdanên berendamtiyê yên hilbijartinên herêmî berdewam dikin û bang li ciwan û jinan kir ku ji bo berendamtiyê serlêdanê bikin.
Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan dê biryarên têkildarî pêvajoya hilbijartinê ku di civîna MYK’ê ya didome de wergirtine bi civîneke çapemeniyê aşkere bike.
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk di kongreya HEDEP’a Mêrdînê de axivî û got; “Dê têkoşîna me bibe têkoşîna azadiyê.” Saliha Aydenîz a HEDEP’î jî ev tişt anî ziman: “Heta ku tecrîd bi dawî nebe dê azadî neyê.”
MYK’a HEDEP’ê ji bo nîqaşkirina gelek rojevên girîng civiya.
Di civîna Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya HEDEP’ê ya dê sibê bi mijarên sereke yên wekî kurtkirina nav, tratejiya hilbijartina herêmî ya li bajarên Tirkiyeyê, dê werin nîqaşkirin.
Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû diyar kir ku HEDEP partiya jinan e û wiha got: “Ji bo ku li dijî îktîdara mêrserdest bi modêla xwe ya herêmî ya azadîxwaziya jinê bibêjin em li vir in, banga me ji bo hemû jinan ew e ku ji bo bernamzetiyê serlêdanê bikin.”
Hevserokê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan diyar kir ku ew ê di hilbijartina herêmî de hemû şaredariyên li Wanê bigirin û got: “Em ê bersiva pêwîst bidin kesên ku di hilbijartinên herêmî de vîna me xesp kirine.”
Bernamzetên HEDEP’ê yên rêveberiyên herêmî dê bi pêşhilbijartina gel ve bên diyarkirin û krîterên girîng jê tên xwestin. Zanîna xeta têkoşînê ya HEDEP’ê û nêzikatiya li hemberî pergala hevserokatiyê jî ji wan krîterên esasî ne.
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari ku li Mêrdînê di hevdîtina gel de axivî, diyar kir ku qeyûmên ku şaredarî li ber gel girtine li şaredariyan "buroya diziyê" vekirine û got: "Em ê ya aîdê me car din bi dest bixin."
Komîsyona Qebûlkirina Namzetan a HEDEP’a Wanê ragihand ku wan serlêdanên ji bo bernamzetiya hilbijartinên rêveberiyên herêmê dane destpêkirin.
Parlamentera HEDEP’ê ya Wanê Pervîn Buldan têkildarî çalakiya Dayikên Şemiyê ku bi 10 kesan hatiye bisînorkirin, du pirs ji Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya kir.